Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Dijwarîyên Pêş Çandinîyê Benda Çareserîyê Ne


Li bakur û rojihlata Sûrîyê pirsgirêkên cotkaran mijarên serekî yên demsala nû ya çandinîyê ne.

Salman Barûdo
Salman Barûdo

Selman Barûdo, hevserokê Desteya Aborî û Çandinîyê dibêje ku jibo demsala nû ya çandinîyê tov, semad, dermanên çandinîyê û mazot ji cotkaran re peyda kirine û ewê ji cotkaran re belav bikin.

Li alîyekî din cotkarên herêmê bi gilî û gazin in û dibêjin ku jiber têkçûna werzê demsala borî ew nikarin çandinîya xwe bikin.

Cotkarên herêma Cizîrê daxwaz ji Rêvebirîya Xweser dikin ku wek deyn dirav bide wan ku ew bikaribin vegerin gundên xwe û çandinîyê bikin.

Di sala borî de jiber nehatina baranan mûsim têk çûbû û tenê derdora 300 hezar ton genim ser asta herêmê hatibû hilberandin.

ZO_09_20_2021_Çandinî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG