Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meclîsa Aborî ya Bilind li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Hate Ava Kirin


Meclîsa Aborî ya Bilind li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Hate Ava Kirin

Konferansa yekê ya Desteya Aborî û Çandiniyê li Bakur û Rojhilata Sûriyê do Yekşemê ku li bajarê Hesekê hate lidar xistin.

Bi beşdarbûna nûnerên sazî û komîteyên aborî û çandiniyê yên Rêvebirîya xweser, biryara avakirina Meclîs Aborî ya Bilind li Bakur û Rojhilata Sûrîyê hat erê kirin.

Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo derbarê vê gavê ji Dengê Amerîka re got ku armanca wan ji vê konferansê nirxandina sîyaseta aborî û çanidnêyê ya salên borî û danîna planên stratejîk yên aborî ji paşerojê re ye. Konferans dê bi awayekî salane lidar bikeve.

Di konferansê de 19 biryar weke encamên konferansê hatin standin. Ya herî girîng jî avakirina îstasyonên şewitîna çandiniyê û ewlekirina pêdivîyên çandiniyê di demên guncav de ye.

Cîgira Hevseroktîya Meclîsa Cîbicîkar ya Rêvebirîya Xweser Emîna Osê dîyar kir ku “ew hewl didin rewşa karûbarên aborî bi rêk û pêk bikin û herwiha hemû karînên Rêvebirîya Xweser aktîv bikin.”

Di konferansê de pêşnîyarên vekirina navendên pispor yên bazirganî û aborî hatin nirxandin.

Ji hêla xwe ve, Cîgira Hevseroktîya Desteya Çandinî û Avdanîyê ya Rêvebirîya Xweser Leyla Saruxan destnîşan kir ku rewşa çandinîyê li herêmê pir lawaz e û vê jî bandor li rewşa aborî bi giştî kirîye. Tê zanîn ku çandinî dora 85% ji aborîya Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêk tîne.

Saruxan piştrast kir ku pêwîstî bi planên demdirêj û domdar heye jibo geşkirina sektora çandinîyê.

Li gor beşdarên vê konferansê, jiber rewşa awarte û nazik û jibo paşerojeke baş di warê aborî de hewcedarî bi alîkarî û piştgirîyeke navnetewî heye, bi taybet ji alîyê projeyên çandinîyê ve.

ZO_02_21_2022_meclîsa_Aborî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:50 0:00

XS
SM
MD
LG