Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

ENKS Hilbijartinên Komînan Boykot Dike, TEV-DEM Banga Beşdarîyê Dike


Berîya hilbijartên taxan ku ji alîyê Encûmana Damezrêner ya Fedaralîya Bakurê Sûrîyê wê were li darxistin, Encûmana Niştîmanî ya Kurdî li Sûrî (ENKS) di daxuyanîke nivîskî de doz li Kurdan kir ku neçin ser sindoqan.

Cîgirê Serokê Partîya Yekîtî Hesen Salih ji Dengê Amarîka re got ku di dema ku referandum li Herêma Kurdistanê nêzîk dibe, PYD hilbijartinên taxan li dardixe û bi darê zorê xelkê wê bibe ser sindoqan.

Şêwirmendê hevserokatîya PYD’ê, Sîhanok Dîbo bersîva daxuyanîya ENKS da û got ku hewilên ENKS’ê û rejîmê di heman alî de ne û şerê dijî hilbijartên sîstema fedaralîzmê ne.

Dîbo bang li gelên Rojava û Bakurê Sûrîyê kir ku bi girseyî tevlî hilbijartinan bibin.

ZO_9_21_2017_Hilbijartin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:47 0:00

XS
SM
MD
LG