Ji dema vekişandina rejîma Sûrî û damezrandina Rêvberiya Xweser li Kantona Cizîrê asta derfetên kar bilindtir bûye.
Di saziyên rêvebiriyê de ji sala 2014’an heta 2016’an, 11000 karmend kar dikin. Di sala 2017’an de rêjeya derfetên kar di saziyên rêvebiriyê de % 100 bilindtir bûye û giheştîye 13000 kesan e.
Cîgira hevseroka desteya karûbar ya kantonê, Şaha Xelîl li sedemên vê yekê nirxandinên girîng dike.
Li alîyekî din, berî 2011’an rejîma Sûrî rê nedida ku fabrîqe li herêmê çêbibin, lê niha nêzîkî 50 fabrîqe li seranser Qamişlo hene.
Serokê sendîkaya qeya fabrîqeyan li Qamişlo Ferhad Hisên serjimar û sedemên geşbûna avakirina fabrîqeyan dinirxîne.
Hisên bal dikşîne ku tevî dûrxistina DAIŞ’ê ji herêmên Kurdî li Sûrîyê, girtina deriyên sînor û tûnebûna balafirgehan li herêmê sedemên serekî ne ku fabrîqeyên mezin neyên ava kirin.