Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Dibêjin Ewê Firotina Geniman ji Şamê re Qedexe Bikin


Karbidestên Kurdên Sûrîyê ji Reutersê re ragihand ku ewê firotina geniman ji herêmên bin kontrola hikûmeta Sûrî re qedexe bikin.

Berpirsê çandinîya rêvebirîya bi pêşengîya Kurdan, Selman Barado got ku armanca biryara wan parastina çavkanîyên berdest û amadekarîya bo du salên pêş were ye.

“Tevî şewatên berfireh yên dawî û baranên boş, em li benda ne ku îsal 900,000 ton genim û dexil dan werin civandin ku ew hejmara sala çûyî 350,000 ton bû.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku li Sûrîyê ji % 70 pirtir genim li Herêma Rojava çêdibinên û berhemên wê herêmê no tevahîya Sûrîyê gelek girîng in.

Şêwirmendê bilind yê Kurd Bedran Çîyakurd jî got ku biryara wan ne biryareke sîyasî ye.

“Ti armanca me ya danana dorpêça ser hikûmeta Şamê tuneye. Em tenê dixwazin ku xwarinên stratejk yên jibo du salên pêşîya me kom bikin, loma dexil û danên heyî wê li herêmê bimînin.”

XS
SM
MD
LG