Mihrîcana Govenda Mezopotamya ku roja Şemîyê bi diruşma "Bi Vegera Ser Kokê Emê Govendên Xwe Zindî Bikin", destpê kiribû roja Yekşemê bi dawî hat.
Mihrîcan li navenda Aram Tîgaran a çand û hunerê ya bajarê Rimêlan hate darxistin.
Endamê komîteya amadekar, Ehmed Mehmûd got ku piştî xebatên çar mehan, îsal 12 komên dîlanê yên ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê û ji hemû pêkhateyan, beşdarî mihrîcanê bûn.
“Cudahîya mihrîcana îsal ew bû ku, komên pêkhateyên din jî, mîna Ereb, Suryan, Çerkes û Tirkmen, bi cil û bergên xwe cîhê xwe di mihrîcanê de girtin.”
Mamostayê dîlanê Mihemed Şêxo jî şabûna xwe dîyar kir ku mihrîcana îsal dewlemend û rengûreng bû.
Mîhrîcan di roja sisêyan de li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo, bi şahîyekê bi dawî bû.