Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran ya Kantona Cizîrê dest bi kempeyna balkişandina ser giringîya parastina cîhên dîrokî kir.
Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran dixwaze bi rêya hunera ser dîwarên bajaran bala hemwelatîyan bikşîne ser erka parastina cîhên dîrokî.
Kempeyna balkişandinê wê hefteyekê bidome û dîwarên bajaran bi nivîsên rengûreng werin xemilandin.
Hevseroka Desteya Şûnwaran Nesma Îlyas got ku bi vê hemleyê armanca wan ev e ku dîroka bi sedan salan bi hemwelatîyan bidin nasîn.
Hevserokê din Welîd Hesê ji dibêje ku ew di vê hemleyê de bo danasîna cîhên dîrokî xwendekarên zanîngehê armanc digirin.