Bêrîvan Derwîş, cîgira hevseroktîya desteya tendirustîyê Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Sêşemê ragihand ku heya 11'ê Tebaxê hejmara kesên bi korona ketine giheştine 138 kesan.
“Îro 19 kes bi korona ketine ku 4 ji wan li Hesekê, 5 li Şehba, 9 li Qamişlo û 1 kes li Til Hemîs in. Ji wan 138 nexwşên korona, tenê 10 kes saxlem bûne,” Derwîş got.
Wê da zanîn ku heta niha 3 xebatkarên tendirustîyê jî bi vîrusa korona ketine.