Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser Hişyarî Dide ku Pêla 4'an ya Korona Destpê Kiriye


Desteya Tendirustîyê ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê, jiber pêla 4'an ya belavbûna korona îro Înê qedexeya kombûnên mezin ragihand.

Li gor biryarê hemû kombûnên mezin yên wek konên ezayê, salonên şahîyan, civînên mezin, kongre û xwepêşandan têne xedexe kirin.

“Li bakur û rojhilata Sûrîyê heya 16ê vê mehê 23,964 kes tûşî koronayê bûne û ji wan 824 kes jîyanên xwe ji dest dane. Hemwelatî pabendîya bi bergirîyên parastinê nakin û ew jî dibe sedema bilindibûna pêketinên koronayê.”

Cîgira Hevseroktîya Desteya Tendirustîyê li Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş dibêje ku li gor şopandina wan ji destpêka Tebaxê pêketin roj bi roj zêde bûne û bi teybetî li Hesekê, Qamişlo û Dêrik asta normal derbaz kiriye..

Bêrîvan Derwîş
Bêrîvan Derwîş

“Roja Pêncşemê li tevahîya herêmê 508 kes bi korona ketine û 147 kes ji wan ji Qamişlo ne,”

Derwîş gotLi alîyekî din bi sedan hemwelatî bo çêkirina testên koronayê rojane seredana navendên saxlemî yên Heyva Sor a Kurd dikin.

Kordînatorê Heyva Sor a Kurd Ferhan Silêman jî dibêje ku li Qamişlo rêjeya testan % 55 pozîtîf e, lê rojane tenê derdora 150 kes testên xwe dikin.

ZO_09_17_2021_Korona_4th
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:18 0:00

XS
SM
MD
LG