Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê Mûçeyên Karmendan Zêde Kir


Desthilata Kurdên Sûrîyê ku piştgirî ji Amerîka werdigire, îro Pêncşemê ragihand ku ew mûçeyên karmendên xwe pirtir dike ku zarara ketina nirxê lîreya Sûrî berve bîne.

“Emê mûçeyan hemî karmendên ku jibo hikûmetê dixebitin, ji 1’ê Hezîranê pê ve bi rêjeya % 150 zêde bikin,” Rêvebirîya Xweser ya Kurdên Bakur û Rojhilata Sûrîyê ragihand.

Di daxuyanîyê hejmara karmendan nehat zelal kirin, lê tê zanîn ku desthilata herêmî xwedîyê bi hezaran karmendên sîvîl e.

Rêvebirîya bi pêşengîya Kurdan ti hûrgilîyên din nedan, lê got ku ew bizav jibo “berjewendîyên gel e”.

Daxuyanî rojeke piştî biryara Washingtonê tê ku pêleke nû ya toleyên dijî serokê Sûrîyê Beşar Esad û derdora wî danabûn, bi sedema binpêkirina mafê mirovan ya di şerê navxweyî yê neh salan de.

Wezareta Derve ya Amerîka roja Çarşemê ragihandibû ku wê 39 kesên Sûrî destnîşan kirine ku di nav wan de Esad, hevjîna wî û endamên malbata wî, serokên leşkerî û rêvebirên karsazîyê hene.

Gelek ji wan kesan di bin toleyên Amerîkî de ne, lê cezayên nû kesên ne Sûrî ku digel wan bazirganîyê dikin digire nav xwe.

Hêjayî balkişandinê ye ku toleyên Amerîkî tenê bandora xwe li cîhên bin kontrola rejîma Esad dike.

Lê jiber ku lîreya Sûrî di heman demê da li herêmên xweser yên bin kontrola Kurdan jî tê bikar anîn, armanca zêdekirina mûçeyan ew e ku di dema nizimbûna nirxê dirava Sûrî de, hêza kirîne ya gelê herêmê biparêze.

Di destpêka şerê navxweyî ya Sûrîyê de, di Adara 2011’ê de, nirxê dolara Amerîkî 47 lîra bû, lê di hefteyên dawîyê de, ew li hember dolarê heta zêdetirî 3,000an daketiye.

Demeke kurt berî ragihandina toleyên nû yên Amerîkî, Sûrîyê nirxê dirava xwe % 44 daxist û rêjeyeke nû ya fermî jibo veguhurîna lîrayê ragihand.

Di encamê de aborîya Sûrîyê ya aloz zû serûbin bû, buhayê hemî tiştan gelek bilind bû û lîra di hefteyên dawîyê herişî, hinek jî jiber metirsîya cezayên nû, ku dê wî welatî pirtir tenê bihêle.

XS
SM
MD
LG