Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Dixwazin di Komîteya Amadekirina Destûrê de Cîh Bigirin


Roja şemîyê li bajarê Qamişlo, li ber avahîya UNICEF'ê sekneke protesto yî li dar ket.

Sekin bi pêşengîya Partîya Nûjenîya Demoqratîk û bi beşdarîya gelek partî û sazîyên civaka sivîl yên Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêk hat.

Di seknê de Mahir El-Temran, nûnerê partîya Nûjenîya Demoqratîk di Rêvebirîya Xweser de daxuyanîyek xwend.

“Em li dijî hewildanên ku bo dûrxistin û binpêkirina ezmûna bakur û rojhilata sûrîyê ji alîyê dijminên demoqrasî ne. Em wan kesên ku dixwazin vîna gelê Sûrî têk bibin, şermezar dikin.”

Beşdarên xwepêşandanê xwest ku nameyekê jibo hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî re bişînin ku divê cîhê hemû pêkhateyên Sûrî di nivîsanîna destûra nû de hebe.

Ibrahîm El-Selac, endamê desteya rêvebir ya Partîya Nûjenîya Demoqratîk got ku divê Rêvebirîya Bakur û Rojhilata Sûrî jî di peyvajoya nivîsîna destûrê de beşdar be. Em destûreke bê nûnertîya hemû pêkhateyan napejirînin.”

Divê qanûna bingehîn ya nû êze divên, ku li dijî sitemkarîyê be û demoqratîyê bi cîh bîne ku ev serê 8 salan e gelê sûrî bo wê têdikoşe".

Mizgîn Zêdan, hevseroka Partîya Guhertina Demoqrasî Kurdistan jî da zanîn ku ew wek gel li dijî hemû cureyên binpêkirinê ne.

Serokê Partîya Demoqratî Kurdistana Sûrîyê Ebdulkerîm Siko jî got ku çi proje bo danîna destûra Sûrî bi hindek alîyan ve bi ser nakeve.

Hêjayî gotinê ye ku di hilcivîna sêalî ya di navbera welatên garantor, Rûsya, Îran û Tirkîyê de, ku Duşema borî li dar ketibû, biryar hatibû dayîn ku komîteya nivîsîna destûra Sûrî di nêzîktirîn dem de dest bi kar bike.

ZO_9_23_019_xwepşandan_UNICEF
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG