Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl piştî 49 salan jibo normalkirina peywendîyan peymaneke aştîyê îmza kir.
Gelo kolanên Qamişlo ser vê peymanê çi difikirin û ew bawer dikin ku peyan wê bandor li ser krîza Sûrîyê û bi taybetî jî ser rewşa Kurdan bike?
Mehmûd Hemê yê 45 salî ku bazirganîyê dike, dibêje ku divê tevahîya keşayan bi rêkên aştîyane werin çareser kirin.
“Peymana di navbera Îsraîl û Îmaretan dê ser tevahîya Rojhilata Navîn bandorê bike, jiber ku çareserîya leşkerî her tim bo gelan bûye sedama şer û xirabîyan. Em bi hêvî ne ku ev peyman bo hemû gêlên Rojhilata Navîn, yên ku bi dehan sal in di bin deshilatdarîya rejîmên zordar de dijîn, bibe mînaka çareserîyê.’
Hin rûniştvan hêvî dikin ku ev peyman ser rewşa aloz ya Sûrîyê bandoreke erênî bike û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Îsraîl alîkarîya çareserîya sîyasî ya li Sûrîyê bikin.
Ahmed Mislim yek ji rûniştvanên bajêr e kubi hêvî ye ku peyvajoya îmzakirina peymanê berdewam bike û pirtir welat beşdar bibin.
“Em bi hêvî ne ku di navbera hemî dewletan da were îmza kirin jiber ku peymanên aştîyê bo tevahîya dewletan û hemû mirovan baş in.”
Şivan Emîn jî hevbîr e ku ev peyman ser doza Kurdan bandoreke erênî bike.
“Gaveke erênî û girîng e, jiber ku em dibînin li her heremên cîhanê şer hene. Ev peyman wê ser doza Fîlîstînîyan û Kurdan jî bandoreke erênî bike. Dema ku dewletên xwedî bandor projeya aştîyê bi rê ve dibin, bê guman ewê bandorê ser tevahîya pirsgirêkên herêmê bike.’’
Hinek kesên din jî bawer dikin ku nêzîkbûna Mîrgehên Yekbûyî û Îsraîlê wê rola Tirkîyê ya li gor wan xirab li Rojhilata Navîn kêmtir bike.
Sebah Hemo, ku ji bajarê Amûdê ye, dibîne ku dê peyman rê li ber bazirganîya Tirkîyê ya di derbarê doza Fîlîstînê bigire.
“Jiber gelek sedeman ev lihevkirineke girîng e. Alozîya di navbera Îsraîl û hin dewletên Eraban ya jiber doza Fîlîstînê ye. Ev bo gelek dewletan ku yek Tirkîyê ye, bûye wek berhema bazirganîyê. Lewra ev peymana jibo têkîlîyên rast yên li heremê wê rûpeleke nû veke. Herwiha, wê ev peyman rê li ber bikarînana doza Fîlîstînîyan ji alîyê hin dewletan bigire.’’
Nîviskar Berzan Ferman jî bawer dike ku bi vê peymanê rola Tirkîyê ya li Rojhilata Navîn sist dibe.
“Bi peymanê, ewê destê Îmaretê ya çareserîya Rojhilata Navîn xurtir dibe. Çi pirsgirêka Lîbya be yan Misir û taybet ya Sûrîyê be, bi rêbertîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî çareserîyeke guncaw dikare peyda be."