Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Rojavayî Dibêjin Rûsya Înterneta Ukrayna Têk Bir


UKRAINE-CRISIS/CYBER
UKRAINE-CRISIS/CYBER

Yekîtiya Ewrupa(YE), Brîtanya û Kanada îro Sêşemê ragihand ku Rûsya li pişt êrîşeke sîberî ya mezin dijî toreke înternetê ya satalaytê li Ukrayna bû, ya ku di destpêka şer de bi hezaran modem bêkêrhatî hişt.

Konseya YE îro bi daxuyanîyeke dîyar kir ku êrîşa sîber ya dijî tora înternetê , KA-SAT ya Viasat, di dawîya Sibatê de dema ku meşîn û hêzên arteşa Rûsî derbasî Ukrayna dibûn, pêk hat.

YE herwiha da zanîn ku Rûsya êrîş jibo alîkarîya hêsankirina dagirkirina Ukrayna kiriye.

"Ev êrîşa sîberî bandoreke girîng kir ku bû sedema qutbûn û astengîyên ragihandinê yên gelek sazîyên giştî, karsazî û karînerên li Ukrayna û heman êrîş bandor li gelek dewletên endamên YE jî kir, " daxuyanîyê got.

Wezareta Derve ya Brîtanya ji bi daxuyanîyeke dîyar kir ku wezîra Derve Liz Truss êrîşa sîberî, wek êrîşeke bi mebest û bi nîyeta xirab ya Rûsya dijî Ukrayna dinirxîne.

Wezareta Brîtanî got ku armanca sereke ya êrîşa Rûsî artêşa Ukrayna bû, lê hevdem kargehên enerjîya bayê û karînerên înternetê yên li navenda Ewrupa jî ji êrîşê bandorê dîtin.

Wezaretê da zanîn ku ew ser bingeha agahîyên, Navenda Ewlekarîya Sîber ya Neteweyî ya Brîtanya (NCSC) giheştine wan encaman.

Êrîşa sîberî yek ji êrîşên herî hêzdar bû ku di destpêka êrîşa Rûsya û di dema şer de bandoreke pir neyînî li Ukrayna kiribû.

Wezareta Brîtanî di daxuyanîya xwe de behsa îstixbarata nû ya Brîtanya û Amerîka kir ku Rûsya li pişt êrîşa sîber e, lê wezartê zêdetir hûrgulî neda.

Karbidestên Kanadayî jî dîyar kir ku ew îstixbarata gefên sîberî bi Ukrayna re parve dikin û bo bihêzkirina berevanîya Ukrayna hember dagîrkerîya bêsedem û neqanûnî ya Rûsya alîkarî pêşkeş dikin.

Rûsya bi berdewamî tawanbarîyên ku ew operasyonên sîberî yên êrîşkar pêk tine, red dike.

Ajansa Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka rêxistina ewlehîya sîber ya hikûmeta Fransa ANSSI û îstixbarata Ukrayna li ser îhtîmala rola Rûsya ya di êrîşê de di rojên piştî wê de lêkolîn dikirin.

XS
SM
MD
LG