Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şam Dibêje Otonomîya Kurdan li Sûrîyê Pêkan E


Kurdên Rojava li Dirbesîyê
Kurdên Rojava li Dirbesîyê

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mualîm dibêje ku hikûmeta wî vekirî ye ku li hindurê Sûrîyê otonomîya Kurdan gotûbêj bike.

Ajansa Reuters ji zarê Mualîm ragihand ku hikûmeta wî, piştî têkbirina DAIŞ’ê, dikare daxwaza Kurdan ya otonomîya nav axa Sûrîyê binirxîne.

“Ev mijar ji danûstandin û nîqaşan re vekirî ye û dema me tunekirina DAIŞ’ê temam kir, em dikarin bi Kurdan re rûnin û li ser çareserîyekê li hev werin,” Mualîm got.

YPG ya Kurdî herêmên berfireh li bakurê Sûrîyê kontrol dike û PYD û hevalbendên wê jî ji sala 2011’ê vir ve, sîstemeke otonom li wan herêman ava kiriye.

Kurdên Sûrîyê dibêjin ku armanca wan li Sûrîyeke ne-navendî parastina destketinên wan e û ew naxwazin wek Kurdên Îraqê dewleteke serbixwe ragihînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di şerê dijî DAIŞ’ê de, YPG hevkara serekî ya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ye.

XS
SM
MD
LG