Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Mirovahî jiber Krîza Mirovahî li Sûrîyê Hişyarî Didin


14 rêxistinên alîkarîyê yên navdewletî jiber krîza mirovahî ya ku li bakurê Sûrîyê hişyarî didin bîragiştî ya navnetewî.

Ew dibêjin ku sivîl jiber zêdebûna tundûtûjîyan di xetereyê de ne û ew jî xebatên xwe yên mirovahî radiwestînin.

Daxuyanîya îro ku ji hêla rêxistinên wek Doktorên Bê Sînor, Oxfam û Civata Penaberany a Norwêcê hatiye îmza kirin de tê ragihandin.

Tê texmîn kirin ku 450,000 kes di 5 kîlometreyan ji sînorê Sûrîyê ya bi Tirkîyê dijîn û heke hemî alî li gor vê tevnegerin û parastina sivîlan nekin, ew sivîl dê di bin xeterîyê de bin.

Li gor daxuyanîyê, berê li herêmê zêdetirî 90,000 koçberên navxweyî hene û bi deh hezaran endamên DAIŞê ligel malbatên wan jî li wargeh û navendên binçavkirinê de ne.

Rêxistinn alîkarîyê herwiha bang li hemû alîyên şer kirin ku rêzê li qanûna mirovan ya navneteweyî bigirin û çekên teqemenî li deverên sivîlan pêk neyînîn.

XS
SM
MD
LG