Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnertîya Rojava li Swêdê bi Merasîmeke Girseyî Hate Vekirin


Vekirina ofîsa Rojava li Stockholm
Vekirina ofîsa Rojava li Stockholm

Piştî Kurdan di şerê li dij DAIŞê de, li Îraq û Sûrîyê roleke baş dîtin, ev yek bû cîyê girîngîya hêzên navnetewî û hevpeymanîya navnetewî ya şerê li wê rêxistina tundrê.

Di çarçeva şerê dijî DAIŞê de, Amerîka û welatên Ewrupî dixwazin têkilî bi hêzên Kurdan re deynin. Bo vê armancê, Rêvebirîyên Xweser yên li Rojava/Bakurê Sûrîyê, hewil dide ku nûnertîya xwe li çend welatan veke.

Şîyar Alî, nûnerê PYD û yê Rêvebirîya Xweser ya Rojava li Swêdê da zanîn ku niha wan nûnertîya xwe li bajarê Stockholm ya paytaxta Swêdê vekir.

"Ev nûnertîya hemû rêvebirîyên herêmî yên Rojava dike û hemû hêz û partîyên beşdar di wan îdaran de temsîl dike," Alî ji VOA re got.

Alî dibêje "tevî ku dewleta Swêdê îdara Rojava bi awayekî fermî nas nekirîye jî, jibo lihevguhertina pêzanînan ev ofîs hate vekirin".

Hevpeyvîna Dengê Amerîka ligel Şîyar Alî nûnerê Rojava li Swêdê di fayla deng de ye.

Şiyar Alî nûnerê Rojava li Swêd
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:40 0:00

XS
SM
MD
LG