Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîstema Xwendinê li Rojava û Pirsgirêkên Navbera PYNK’ê û ENKS’ê


Di demên dawî de ser medya civakî berpirsên PYNK’ê û ENKS’ê û alîgirên wan, girêdayî sîstema xwendinê li Rojava hevdu tawanbar dikin.

Serokê şandeya PYNK’ê ya dîyaloga navxweyî Aldar Xelîl, ENKS’ê tawanbar dike ku vegera sîstema perwerde ya rejîma Sûrîyê dixwaze.

Xelîl ji Ronahî TV ya nêzî PYD’ê re got ku ENKS dixwaze ku sîstema rejîmê vegerîne herêmê û ew berjewendîyên Tirkîyê pêk tîne.

ENKS’ê jî daxuyanîyek weşand û PYNK bi astengkirina dîyalogê tawanbar kir û got ku ew bi berdewamîya dîyalogê bêpend e.

Berpirsê ragihandina ENKS’ê Behcet Şêxo îdiaya dijîtîya rêbaza zimanê Kurdî red kir.

"Du têbînîyên me hene, yek di milê pisporîya sîstema xwendinê, ya din jî ku ev rêbaz ji ti alî ve nehatiye erê kirin."

Li alîyekî din, daxuyanîyên derbarê xwendinê û rêbaza bi zimanê Kurdî bû cihê nerazîbûna xwendekarên Zanîngeha Rojava ku bi rêzeçalakîyên guhertina rêbaza xwendinê ya bi zimanê Kurdî red kirin.

Pisporê zimanê Kurdî Berzan Ferman dibêje ku sîstema xwendina bi zimanê dayikê mafekî netewî û gerdûnî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Desteya Perwerdê berî niha ragihandibû ku ew daxwaz ji UNICEF’ê dike ku jibo dîtina rêbazeke xwendinê ya lihevkirî navbeynkarîya Rêvebirîya Xweser û hikûmeta Şamê bike.

Li herêmên bakûr û rojhilata Sûrîyê sê rêbazên xwendinê hene, lê li herêmên Kurdî sîstema xwendinê bi zimanê Kurdî ye û branşên wê yên her sî astan (seretayî, navîn û amadekarî) bi her du beşên zanistî û wêjeyî bi Kurdî ne.

ZO_11_05_2020_ENKS_ PYNK_Xwendina_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00

XS
SM
MD
LG