Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Doza Bajarvana Berê Çetîn li Wanê Hat Paşxistin


Rûniştina doza bajarvana berê ya Artemîta (Edremît) Wanê, Rojbîn Çetîn ku di 27’an Hezîrana 2020’an de li Amedê hatibû desteser kirin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat.

Çetînê bi rêya sîstema deng û dîmenê (SEGBİS) ji zîndana Tîpa E ya Amedê beşdarî rûniştina dozê bû û parastina xwe bi Kurdî kir.

Rêvebirên HDP bo piştgirîya Rojbîn Çetîn
Rêvebirên HDP bo piştgirîya Rojbîn Çetîn

Dozger Çetînê bi îdiaya “endamtîya rêxistina Partîya Karkerê Kurdistan (PKK)” tawanbar dike, lê ewe dibêje ku xebatên wê qanûnî ne û daxwaza berdana xwe dike.

Ekîn Yeter, parêzera Çetînê got ku di dosyayê de sedema sucdarkirina Çetînê xebatên wê yên di nava Tevgera Jinên Azad (TJA) de ne.

“Platforma TJA platforma jînan e û li her derê Tirkîyê beşdarî çalakî û xwepêşandanên jinan dibin û hember tundî û destdirêjîya jin û zaroka tedikoşe. Bi vê yekê endamtîya vê platformê ne suc e.”

Yeter bi bîr dixe ku Çetîn di dosyaya wê de xebatên wê yên di nava Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî hene.

“Çetîn herwiha endama desteya rêvebirîya herêmî ya HDP’ê ye loma jî li Wan, Amed û Mêrdînê beşdarî civînên partîya xwe bûye û hemî xebatên wê legal in,” Yeter bi berdewamî got.

Dadgehê, piştî parastinan bi sedema wernegirtina îfadeyên şahidên napenî rûniştina dozê heta 17’ê Sibatê paş xist.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Çetîn di 27ê Hezîrana 2020’an de li mala xwe ya Amedê hatibû desteser kirin.

Parêzerên wê bi bîr tînin ku Çetîn di dema desteserkirinê de rastî êşkecê hatibû û du kuçîkên polîsan ji lingên wê gez kiribûn.

Tevî ku Çetînê wan hêzên ewlekarîyê gilî kiribû, heya niha di vî warî de tî encam derneketine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00

XS
SM
MD
LG