Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Rojnamevan Rojda Oguz li Wanê Hate Dîtin


Rojda Oguz
Rojda Oguz

Doza rojnemevan Rojda Oguz û 50 xwendekarên ku bi îdiaya “endamên rêxistinêa terorê” ne, tên darizandin, li Wanê hate dîtîn.

Di meha Rêbendana 2016’an de li Wanê nêzî 50 xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” hatibûn desteser kirin û ji wan 5 kes, sê mehan li zindanê mabûn.

Derbarê xwendekaran, jiber ku tevlî bîranînên wekî Helepçê, Roboskî û Kobanê bûne, doz hatine vekirin.

Rojnamevan Oguz jî jiber çêkirina nûçeyên van çalakîyan, bi heman sedemê tê darizandin.

Rûniştina 4’an ya dozê, li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtîn. Tevî Oguz, bersûcên din ên negirtî tên darizandin û parêzer tev li rûniştinê bûn.

Heyeta dadgehê piştî parastinan rûniştin paşve xist.

Oguz got ku nûçeyên wê û parvakirinên ser tora civakî di îdîanameya de wekî sûc hatine pejirandin.

“Wêneyên min yên ku di deste min de wênekêş û stûyê min de karta rojnamevanîyê dîyar dike jî di dosyayê de hene. Tevî wê, Wezareta Hindur min wekî rojnamevan qebûl nake û ez wek sûcdarekê têm darizandin.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkîyê 139 rojnamevan û xebatkarên medyayê aniha li girtîgehê ne.

AA_06_12_2019_Rojda_Oguz
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG