Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raporta Taybet li ser Penaberên Kurdên Îranê li Tirkîyê


 Penaberên Kurdên Îranê li Enqerê
Penaberên Kurdên Îranê li Enqerê
Bi hezaran Kurdên Îranê, ku bi sedema xebatên sîyasî û zextên Komara Îslamî neçar mane terka welêt bikin, li Tirkîyê dimînin.

Penaberên Kurd, li Tirkîyê bi nûnertîyên Neteweyên Yekbûyî (UN) di nav pêwendîyê de ne û hewil didin ku derbazî welatên Rojava û Amerîkayê bibin.

Ew sedema berdana welatên xwe wekî fişarên giran yên Komara Îslamî ya Îranê nîşan didin ku piranîya wan jî bi cezayên giran yên girtîgehê hatine ceza kirin.

Penaberên Kurdên Îranê, ne li bajarên Kurdî û metropolan, lê piranî li bajarên Tirkîyê yên mîna Afyon, Eskişehir, Kayserî, Edene û Aksaray, bi awayê belavbûyî têne bicîh kirin ku pêwendîyên wan jî bi civakê re pir kêm in.

Em jibo Dengê Amerîka bi penaberên Kurdên Îranê Kejal Hacî Mîrzayî ji parêzgeha Sine, Dîyako Xeyat ji Mehabadê û Sohrab Karîmî ji bajarokê Qorwe ya Sine re peyivîn.

Ew bêzarbûna xwe ya ji hikûmeta Îranî tînin ziman û dibêjin, bi taybet li ser Kurdên Îranê zext û fişarên pir giran hene.

Xwendekara Kurd ji beşa Hiqûqê ya Zankoya Sine, Kejal Hacî Mîrzayî, di heman demê de aktivîsta mafê mirovan e û li Îranê bi taybet li ser rewşa saxlemî û zordarîyên li ser zindanîyên sîyasî peyamnêrîya ajansên navdewletî dikir.

“Ez jiber xebat û çalakîyên xwe yên sîyasî û peyamnêrîya çalakîyên sivîl yên medenî rastî zextan hatim ku ev 5 meh in li Tirkîyê penaber im.”

Dîyako Xeyat jî xwendekarekî Kurd e li Tehran û zanîngehên Kurdistanê û herwiha sernûserê kovara Rêga ya zankoya Tebrîz bû ku jiber vî karî 5 sal cezayê zindanê lê hatîye sepandin.

Bizavkarê Sîyasî Dîyako dide zanîn, piştî hatina Serokomarê nû Hasan Rûhanî ev 11 meh in ti guherînên berçav çênebûne ku zextên li ser Kurdan her berdewam in.

“Ez qet li ser xerabûna rewşa xwe nafikirim, daxwazîya min a pêşî rabûna zext û fişarên li ser Kurdên Kurdistana Îranê ye.”

Sohrab Karîmî ku ji bilî xwendekarî û bizavên sîyasî herwiha wekî namzedê Kurd li parlamena Îranê jî hatibû destnîşan kirin, wiha dipeyive:

“Du zextên bingehîn li ser Kurdên Îranê hene ku yek ji wan nebûna demokrasîyê ya din jî zexta netewî ye.”

Karîmî herwiha bi sedema ku li hember rewşa Kurdên Îranê xemsar in Kurdên Tirkîyê rexne dike.

Hêjayî gotinê ye, penaberên Kurdên Îranê ku hejmara wan li Tirkîyê digihîje qasî 2 hezar kesan ku niha li benda çarenûsa xwe ne.
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG