Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsîyan Êrîşî Çar Bajarên Erebistana Siûdî Kirin

Hûsîyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, îro Sêşemê êrîşî çar bajarên başûrê Erebistana Siûdîyê kirin, di encamê de zêdetirî 70 kes birîndar bûn û agir bi navendên petrolê ket.

Karbidestên Siûdî agahî dan ser şewatên li wan cihan û gotin ku jin û zarok jî di nav 73 kesên birîndar de hene.

Ji ber hejmara zêde ya birîndaran, tê diyarkirin ku ev êrîşên Hûsîyan ji meha Sibatê ve, anku ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî rejîma Îranê, mezintirîn êrîş in ku li ser Erebistana Siûdî hatine kirin.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro Sêşemê li ser platforma X’ê êrîşa Hûsîyan a li ser navendên sivîl û yên enerjîyê li Erebistana Siûdî wekî êrîşên “tirsonek” binav kir û bi tundî şermezar kir.

Şerîf herwiha got ku Pakistan piştgirîya xwe ya ji bo Prensê Cîgir Mihemed bin Selman û gelê Erebistana Siûdî nîşan dide.

This item is part of
XS
SM
MD
LG