Wezareta Berevanîya Kuweytê ragihand ku pergala berevanîya esmanî ya Kuweytê, êrîşên mûşek û dronên ji alîyê Îranê ve, têk birine.
Wezaretê serê sibê roja Pêncşemê li ser platforma X’ê got: "Eger dengê teqînan bê bihîstin, ev ji ber pergala berevanîya esmanî ye ku li dijî êrîşên dijmin derdikeve.
Wezaretê herwiha bang li her kesî kir ku guh bidin şîretên ewlekarîyê yên ku ji alîyê sazîyên peywendîdar ve têne dayîn.
Wezareta Derve ya Kuweytê li ser platforma X’ê ev êrîş bi tundî şermezar kir û ew wek “êrîşeke eşkere” û metirsîyeke mezin li ser serwerî û aramîya welat binav kir.