Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pompeo Geşta Rojhilata Navîn li Omanê Bidawî Dike Û Vedigere Welat


Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja Pêncşemê digel Sultanê Omanê civîya.

Civîna digel Sultanê Omanê beşek ji tora Rojhilata Navîn bû piştî pêkhatina peymana di navbera Îsraîl û Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî jibo normalkirina têkilîyan ku ji alîyê Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê ve hatibû rêxistin.

Di civîna digel Sultan Haitham bin Tariq al-Said, Pompeo li ser Twitterê got ku wî"girîngiya avakirina aştîya herêmî, aramî û bextewarî bi rêya Civakeka Hevkarîya Kendavêya yekgirtî" gotûbêj kirîye.

Sultan Haitham di meha yekê da piştî Siltan Qaboos bin Seîd mirî desthilatî wergirtibû.Siltan Qaboos bin Seîd 50 salan siltanê wî welatê Kendavê bû.

Li herêmeka aloz da, Omanê bêlayengirîya xwe domandibû. Wan peywendiyên dostane digel hejmarek aktorên herêmî berdewam kirin ku di nav wan da neyarên kevin yên Welatên Yekgirtî yên Amerîka û Îran hebûn û Omanê navbeynkarî dikir bo wan.

Heftîya çûyî karên derve yên Omanê ji Badr al-Busaidi ra hat dayîn. Berê wezareta derve Sultan bixwe birêve dibir, Yousuf bin Alawi demek dirêj bû wezîrê berpisyar ji karên derve. Wezîrê îstixbarata Îsraîlê got çend roj piştî ku

Peymana Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî û Îsraîlê di 13ê Tebaxê da hat ragihandin dibe ku Bahreyn û Oman bibin welatên Kendava Ereban yên din ku têkilîyên xwe digel Îsraîlê fermî bikin.

Di sala 2018an da Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu çûbû serdana Omanê û digel rêberê hingî yê Omanê Siltan Qaboos destpêkirina aştiyê li Rojhilata Navîn gotûbêj kiribû.

Omanê pesina peymana bi pêşengiya Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê di navbera Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî û Îsraîlê kir, belê hêşta derbarê pêkanîya normalkirina têkilîyên xwe digel Îsraîlê çi şirove nekirine.

"Alîyên hevkarîya dualî ya heyî di navbera Siltanîyê û Welatên Yekgirtî yên Amerîka da hate nirxandin di çarçoweya têkiliyên xurt ku wan pêkve girê dide û mijarên berjewendîyên hevbeş berçavan hatin derbas kirin," ajansa nûçeyan ya dewletê ONA ragihand derbarêcivîna sultanî ya digel Pompeo da.

Pompeo berî serdan Omanê bidawî bike û veger Washington, dîsan twîtek weşand û pesina gelê Omanê û dostaniya Amerîka û Omanê ya bihêz da "Gelê Omanê germ û mirov dostin, ez sopasdarim bo hevbendiya me ya bihêz, Sopas jibo sultanê Omanê ,Sultan Haitham bin Tarik Al Said jibo hevalbendiya mokim".

Berî hatina Omanê, Pompeo serdana Orşelîmê, Sûdanê, Bahreyn û Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî kiribû.

XS
SM
MD
LG