Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Dekak Nirxandina Newroza Îsal Dike


Sersala Kurdan, Newroz ji alîyê hemî Kurdan ve li seranser cîhanê bi gelek şahî û kombûnên girseyî tê pîroz kirin. Tevî ku karbidestên dewleta Tirk ragihandibû ku ewê rê nedin pîrozbahîyên berî 21’ê Adare, Kurd jibo pîrozkirina sersala xwe derketin qad û kolanan.

Mixabin di pîrozbahîyên li Stenbolê de rêvebirê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Hacî Zengîn jîyana xwe ji dest da û di yên li Batmanê de sîyasetvanê Kurd yê navdar Ahmet Turk rastî êrîşa polîsan hat û birîndar bû.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nûçegîhanê AK Ajans'ê Maşallah Dekak Newroza îsal dinirxîne û bi yên salên berê re dide berhev.

Birêz Dekak dibêje, tevî ku nêzîkî şeş hezar endamên BDP’ê li nav zindanê bin jî, gelê Kurd nîşan daye ku ew xwedî li mafên xwe derdikeve û bê organîzeya partîyên sîyasî dikare derkeve meydanan û daxwazên xwe bilind bike.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG