Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hewlêrê Rojnamevanek Bû Armanca Êrîşekê, Helbestvanek jî Hate Binçavkirin


Hewler, Erbil
Hewler, Erbil

Êvara Duşemê çend kesên nenas êrîşî rojnamevan Îbrahîm Ebas kirin. Wek ew bixwe dibêje, di êrişê de serê wî li çend cîyan hatiya şikandin û lingekî wî û du tilîyên wî hatin şikandin.

Piştî bûyerê, ew ji Nexweşxana Tengasîyan ya Hewlêrê hatiye veguhastin.

Di heman rojê de, helbestvan Umêd Ehmed, li bajarê Hewlêrê, wek ew dibêje jiber rexneyên dijî desthilatê, li Hewlêrê ji alîyê asayîşê ve hatiye girtin û dû re hate azad kirin.

"Dema vedigerîyam mal, taksîyekê li pêş min rawestî û got "derî veke". Ez ji erebê anîm xwarê û êrîşî ser min kirin; ser, ling û destê min şikandin, çovên leşkerî ligel wan hebûn," Ebas ji VOA re got.

Umêd Ehmed jî dibêje ku ew li bingeha Asayîşê yê taxa Sêtaqan li Hewlêr hatiye desteser kirin, lê berpirsên bingeha asayîşê vê yekê red dikin.

Diyarî Mohamed, berpirsê senterê Mîtro derbarê van êrîşan, ji Dengê Amerîka re wiha axifî:

"Em bi tundî êrîşên ser rojnamevan Îbrahîm Ebas û Umêd Ehmed helbestvan şermezar dikîn. Taybetî derbarê Ebas, daxwazê ji hikûmeta Herêmê dikîn ku bi armanca lêkolînên li ser vê bûyerê komîteke bi hêz ava bikin.

Tariq Nûrî, rêvebirê asayîşa Hewlêrê red kir ku wan êrîşî rojnamevan Îbrahîm Ebas kiribe yan jî helbestvan Umêd Ehmed desteser kiribe.

Raport ji bajarê Hewlêr
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:20 0:00

XS
SM
MD
LG