Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Siddik Guler Rewşa Wanê Radigîhîne


Karkerên hawarçûnê di bin kawilên bajarê Wanê li kesên sax digerin.

Piştî erdheja weranker ya meha borî, bajarê Wan bi erdhejeke nû perîşan bû. Li bajêr di serî de 2 otelên mezin, gelek avahî hilweşîn.

Heta niha ji bin kawilan termên pirtir ji deha kesan hatine derxistin û gelek jî birîndar hene.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan ya Dîcleyê (DIHA) Siddik Guler rewşa heyî ya li wî bajarî radigîhîne.

Birêz Guler dibêje, piştî erdheja gelek kesên mayî jî ji bajêr derketin û vê gavê kûçe û kolanên Wanê bi qedera xwe ya rêben mane.

Heku bixwazin guh bidine vê hevpeyvînê, kerema xwe li lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG