Însiyatifa Rojnamegerên Azad li Amedê rapora sala 2017’an li ser binpêkirina mafê rojnamegeriyê bi daxuyaniyek eşkere kirin.
Hat destnîşankirin rewşa awarte bûye jiyana îdeolojîk ya hikumeta desthilat û welat bi biryarnameyên di hikmê qanunan de hat birêvebirin.
Di raporê de hatiye destnîşan kirin azadiya xwe îfadekirin ya çapemeniyê bi hawira darazê ve, tune hatîye hesibandin. Temamiya salê zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê qet kêm nebûne. Bi dehan rojnamager ji ber nûçeyên xwe hatin binçavkirin, darizandin û girtin.
Di rapora însiyatîfê ya 2017’an de, encamên binpêkirina mafên Rojnamevanan di wehane.
- 187 rojnameger hatin binçavkirin, 58 rojnameger hatin girtin, 15 rojnameger serbest hatin berdan. Nihe 165 rojnameger li Tirkiyê girtîne.
- Di derbarê 189 rojnamegeran de doz vebûn, li 81 rojnamegeran cezayê pere hat birîn û darizandina 373 rojnamegeran didome.
- 18 rojnameger di dema şopandina nûçeyan, de rastî êrîşan hatin, rojnamegerek hat revandin û gefa mirinê li wan hat xwarin, 35 saziyên bi biryarnameyên di hukmê qanunî (KHK) de hatin girtin.
Hun dikarin agahiyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.