Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Turan: Rola Barzanî di Sîyaseta Rojhilata Navîn de Girîngtir Dibe


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan bi hevre ne. Stenbol, Tirkîye, Nîsan 19, 2012
Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî û Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan bi hevre ne. Stenbol, Tirkîye, Nîsan 19, 2012

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesud Barzanî roja Pêncşemê jibo serdaneke fermî çû Tirkîyê. Birêz Barzanî li Stenbolê li Qesra Dolmabahçeyê bi Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan re kom dibe.

Li ber e birêz Barzanî bi Serokomarê Tirkîyê Abdullah Gul û Wezîrê Derve yê Tirkîyê Ahmet Davutoglu jî kom bibe.

Berpirsê malpera Nucexane’yê rojnamevan Salih Turan serdana Serokê Herêma Kurdistanê jibo Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê dinirxîne.

Birêz Turan dibêje, rola Mesud Barzanî ya di sîyaseta Rojhilata Navîn û kêşeya Kurd girîngtir dibe û serdana asta bilind jî nîşaneya vê yekê ye.

Salih Turan her wiha bal dikşîne ku medyaya Tirkî jî bi zimanekî erênîtir qala hatina wî dike û rojnamevanên Tirk yên navdar di quncikên xwe de bi firehî behsa wî dikin.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG