Rojnameya heftane ya bi navê Xwebûn dest bi weşanê kir, rojname bi zarê Kurmancî û Kirmanckî (Dumilî) tê weşandin.
Kedrî Esen rojnameger û xwedîyê îmtîyaza rojnameya Xwebûn dibêje, li hember zextên li ser rojnamegerîya Kurdî û ew xwedî ezmûn in û xwedî tecrûbeyekê mezin in.
“Mîsyona rojnameyê ewe ku di salên dawî de erîşên gelek tund ser zimanê Kurdî hene. Jiber vê yekê qelsbûnek li ser ziman tê avakirin.
Demeke dirêj rojnameya Azadîya Welat di hêla çapemenîyê de li bakûrê Kurdistanê weşangerîya Kurdî kir. Ew jî hatibû girtin û valahîyek çêkirîbû. Jiber vê yekê ji me xwest em rojnameya Xwebûn bidin avakirin.”
Nivşskarên ji Tirkiyê û herêmên din ku Kurd lê dijîn, bi mijar û nivîsên xwe beşdarîyê di rojnamê de dikin.