Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanek li Afganistanê Hate Kuştin


Xebatkarên medyaya Afgan
Xebatkarên medyaya Afgan

Çekdarên nasnameya wan nedîyar roja Çarşemê li herêma Kandahar ya Afganistanê rojnamevanekî Afgan kuştin.

Xebatkarên medyaya Afganistanê didin zanîn ku hin hêz bi kuştina Abdul Manan Arghand, ku bo Kabul Newsê dixebitî, dixwazin dijî çapemenîyê gefan bixwin û wê bêdeng bikin.

Malbata Arghand dîyar dike ku berî ew were kuştin, hin kesan ew bi rêka telefonê bi kuştinê tehdît kirine.

Karbidestên Afganistanê didin zanîn ku ew bûyera kuştinê vedikolin û ew gumana êrîşa hêzên çekdar red nakin.

XS
SM
MD
LG