Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor Radigihîne ku Welatê Herî Azad Norwec E


ji rapora RSF ya 2016'an
ji rapora RSF ya 2016'an

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) bi raportekê da zanîn ku welatên bi demokrasî jî di nav de, li seranserê cîhanê rewş jibo rojnamevanan îsal xerabtir bûye.

Di raporê de hat nivîsîn ku gotinên serokên dewletan, qanûnên bi zext û siyaseta bi zordarî li dinê giş dike ku rewş medya xerab bibe.

Berdevkê RSF’ê Michael Rediske dîyar kir ku li welatên demokratîk jî rewş ber bi nebaşîyê ve diçe û got ku li welatên wek Amerîka, Polonya û Brîtanya jî siyasetvan bi awayekî eşkere rojnamevanan biçûk dixînin ku ew metirsîyeke mezin çêdike.

RSF, bi vekolînên ser 180 dewlet lîsteyek bo azadîya çapemenîyê hazir kir.

Li gor lîsteyê, rojnamevanên herî zêde li Norweçê dikarin bi serbestî bixebitin û li dû wê jî Swîsre tê. Fînlandîya, piştî şeş 6 salan ji rêza yekê hat ya sisiyan ku serokwezîrê Juha Sipila hin nûçeyên ser Belgeyên Panama rawestandibûn.

Di lîsteya RSF'ê de, Amerîka îsal du rêzan paşde çû û bû welatê 43’yan. Rapor dide zanîn ku Serokê Amerîka Donald Trump dijî çapemanîya rexnekar gotinên bi heqaret dike.

Tirkîye jî îsal di rapora RSF'ê de çar rêzan paşde çû û bû welatê 155'an. Rapor radigihîne ku piştî hewildana darbeyê dora 150 sazîyên medya hatine girtin û niha nêzî 150 rojnamevan li wî welatî hepsî ne.

Di raporên RSF’ê de Erître ku 10 sal in li herî dawî ye îsal rêzekê pêşde çû û bû welatê 179’an. RSF’ê dîyar kir di sala 2016’an de Erître, her çiqas hejmara wan hindik be jî destûr daye hin rojnamevanên bîyan ku nûçeyan hazir bikin.

Di lîsteyê de îsal Koreya Bakur li herî dawî ye.

RSF eşkere dike ku jibo rojnamevanan welatê herî zêde bi metirsî Sûrîyê ye ku ew jî dî listeyê de li rêza 177’an e. Di sala 2016’an de 11 profesyonel û 8 jî rojnamevanên hemwelatî li Sûrîyê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG