Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevanê Swêdî li Olîmpiyatên Pekînê Bi Xwe Bû Nûçe

Karmendekî saxlemîyê ku cilên parastinê (PPE) li xwe kiriye, Pekîn, Çîn, 25 Rêbendan, 2022.
Karmendekî saxlemîyê ku cilên parastinê (PPE) li xwe kiriye, Pekîn, Çîn, 25 Rêbendan, 2022.

Rojnamevanê Swêdî Philip Gadd yê ku bo şopandina Olîmpiyatên Pekînê roja Çarşemê giheştibû Çînê, jiber ku testa wî ya COVID-19 erênî derketibû ew niha li oteleke karantînayê ya destnîşankirî de tenê dimînê.

Philip Gadd tevî wê rewşê rêyeke dîtiye ku karê xwe yê rojnamevanîyê bidomîne; ew bo rojnameya xwe rojnivîsek dinivîse ya û behsa jiyana xwe ya rojane ya karantîya li gor pîvanên Çînê dike.

Nivîsa pêşî yekê yê Gadd bo rojnameya Expressen, ku ew li wir wek

rojnamevan û pêşkeşvanê Têlevîzyonê yê webê dixebite, hat weşandin.
Gadd di nivîsa xwe de bahsa tecrûbeyên xwe destpêkê yên êrêbûna nexweşîya wî ya COVID-19 dike.

Ew karbidestên Çînî wek 'astronotan' bi nav dike; yên ku ji serî heta binî cil û bergên parastina kesane (PPE) li xwe kiribûn.

Gadd dide zanîn ku wan 'astronotan' çawa wî birine wê navenda karantînayê, ya ku pir dûrî cîhên pêşwazîyên Olîmpîyatan, werzîşvanan û medyaya ku wan dişopîne ye.

Gadd bo rêwîtîyê bi PPE'ya kesane, bi maskek,berçavik, destmal û kinceke spî ya yek-parçe ku ew ji serî heya lingê wî bû, hatiye pêçandin.

" Bi rastî tecrûbeyeke metirsîdar bû û wek ku ne rastîn bû. Mîna ku ez di fîlmeke, fîlmeke zanistî yan tiştek din de bûm," Gadd ji Reutersê re got.

Wî bi berdewamî wiha got:

"Bi rastî zahmet bû ku ez her tiştê ku serê min de hat. Ez ji mala xwe dûr bûm. Ez ji Swêdê me, min ew rêwîtîya dirêj kir ku bigehêjim Çînê û ez tenê bi xwe bûm, di ambulanseke de.... ti kes tune bû ku ez bi axifim."

Testa korona ya Gadd roja Şemîyê neyînî derketiye û niha li benda encama neyînî ya dudya ye da ku bikaribe beşdarî hevkarên xwe bibe û bûyerên Olîmpiyatên Pekînê, bo rojnameya xwe ragihîne.

Hevdem, wî destnîşan kir ku înterneta li otelê xurt bû jiber vê yekê ew dikare ji dûr ve alîkarîya hevkarên xwe bike.

Gelek werzişvanên di karantînayê de ji kêmbûna xwarinê rexne kiribûn lê Gadd got ku ew pirsgirêk nebû.

Gadd da zanîn ku xeynî heval, malbat û hevala xwe, wî herî zêde bêrîya azadîya bijartîna biryarên xwe kiriye.

"Ezbawer dikim ku gava ku ez ji vir derkevim, tiştê yekê ku ezê bikim ev e: ezê li xwaringehekê tiştek ku ez dixwazim bixwim hilbijêrim, " Gadd got.

Rojnamevanên ku lîstikên Pekînê dişopînin rojane testên COVID'ê dikin, pêwîst e ku maskan li xwe bikin û bi astengên metalî ji werzîşvanên li qadê têne veqetandin ku hevpeyvînan bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG