Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Rojnamevên Halk TV'ê Ji Kar Tên Derxistin


Arşiv: Nerazîbûn li dij girtina rojnamevnana li Tirkiyê
Arşiv: Nerazîbûn li dij girtina rojnamevnana li Tirkiyê

4 rojnamevanên ku di malpera kanala Halk TV'yê de dixebitîn ku bi nêzikbûna Partîya Gel a Komarî (CHP) tê zanîn ji kar hatin derxistin.

Li gor îdîaya rojnamevanan Firat Yeşîlçinar, Alî Isiyel, Îrem Yildirim û Batuhan Batan piştî ji kar derxistina xwe dîyar kirin ku karmendê kanalê Cafer Mahîroğlu ajokarê xwe jibo gefxwarinê bikar anî.

Dîsa Yeşîlçinar û Isiyel dîyar kirin ku ew jiber ku dijî sansûrkirina nûçeyên di derheqa şaredarîya îstenbul’ê derketin ji kar hatine derxistin.

Firat Yeşîlçinar Rojnamevanê Halk TV li Tirkiyê
Firat Yeşîlçinar Rojnamevanê Halk TV li Tirkiyê

Rojnamevan Yeşîlçinar di domandina axaftina xwe de dîyar kir ku jiber ku ew dijî ji kar derxistina rojnamevan Alî Isiyel derketin ew jî ji kar hatin derxistin.

"Ev demeke dirêje sansûrkirina nûçeyên di derheqa şaredarîya Îstenbul’ê û CHP’ê dihatin kirin. Dema em ji kar hatin derxistin sedem ne wek ku em li cîheke din jî dixebitîn hat gotin û niha jî ev tê gotin."

Li alîyeke din jî rêvebirê rupela înternetê yê Halk TV'yê Hakan Çelenk jî dîyar kir ku jiber ku rojnamevanan li cîheke din jî dixebitîn ew ji kar hatin derxistin û wî nexwest zêdetir biaxêfe û got, dadgeh wê biryara dawî bide.

Hêjayî gotine ye ku li gor daneyên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS) li Tirkîye rojnamêvan bi sansur, bêkarî meaşên kêm, bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû dimînin. Li gor heman daneyan di nav 180 welatan de di rêza azadîya çapemenîyê, Tirkîye di rêza 154’an de cîh digire û ji sedî 30 rojnamevanên li Tirkîye bêkar in.

Li alîyeke din jî li gorî hejmarên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) ya sala 2020’an, hejmara rojnamevanên bêkar giha 7 hezarî.

Raporta Stenbolê 25 02 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:09 0:00

XS
SM
MD
LG