Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rola Medya di Netewebûn û Dahatuya Gelan de


Rola Medya di Netewebûn û Dahatuya Gelan de
Rola Medya di Netewebûn û Dahatuya Gelan de

Komisyona Ragihandinê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi hevkarî digel Enstituya Kurdî ya Brukselê, Enstituya Kurdî ya Kolnê, Federasyona Komeleyên Êzdî li Ewropa, Yekîtiya Xwendekarên Kurd li Elmanya Konferansek lijêr navê rola medya di netewebûn û dahatuya gelan de li bajarê Kolin yê Elmanî bi rêvebir.

Babetên konfiran ev bûn: Rola TV di kultûra neteweyî û avakirina civaka neteweyî de, Medya ya civakî: Di Ragehandinê de modernîzm de, Di Cîhana Global de Rewşa Medya, Rewşa Medya Başûr û têkiliya bi parçeyên din re, Cûdatiya nûçeyên ajans, rojname, radyo, tv û sosyolojiya nûçeyan, Medya û Jin, Rola Medya di folklor, huner û jiyana rojane de, Di Medya de zaravayê Dimilkî de, Tesîra medya li ser siyasetê, Medya Kurd ya yekgirtȋ, Rewşa Medya Kurd li Ewropa, Rola Medya di siyasetê de, medya û ziman, Rojnamegeriya nivîskî di hunandina neteweya gelan de.

Bernama Ferheng û Torê Kurdî sê ji rêkxer û beşdarên konferansî mêvankirin, Medenî Ferho, Dilêr Akreyî, Sebah Xidir. Jibo guhdarî kirina bernamê, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG