Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mitt Romney Berbijarîya Partîya Xwe Qebûl Kir


Berbijarê Komarî jibo seroktîya Amerîka Mitt Romney berbijarîya partîya xwe qebûl kir û got ewê soza Amerîkayê jinûve cîh bîne.

Birêz Romney derengî Pêncşemê axaftinek pêşkêş Kongreya Partîya Komarî kir û herwiha bi mîlyonan Amerîkî bi rîya televizyonê.

Berbijarê Komarî got, wî dixwest ku Serok Barack Obama bi serketiba, jiber ew dixwaze Amerîka biser keve. Lê Romney got, sozên serok Obama li şûna wê yekê nerazîbûn û parçebûn da.

Mitt Romney got ku Amerîkî hêjayî hemî tiştên baştir in.

Berbijarê Komarî got, eger ew wekî serok hate hilbijartin, ewê plana xwe ya pênc gavan bikar bîne jibo mezinbûna aborî û jibo peydakirina 12 mîlyon derfetên kar.

Birêz Romney herwisa soz da ku kêmtir nermbûn û pirtir hêz li asta dîplomasîya cîhanî bikar bîne. Wî got, divê pirtir pêgirî û dilsozî jibo hevalbendên Amerîka yên wekî Îsraîlê were dayîn.

Gelek kesên navdar jî li kongreya Komarî dîyar bûn, wekî lîstikvanê olîmpîyatê Kim Rhode, aktor û derhênerê Hollywoodê Clint Eastwood.
XS
SM
MD
LG