Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê kempeyna ronîkirina gorên Şehîdên Rojava da destpê kirin.
Do êvarê, di 10 ê Adarê de komeke rewşenbîr û hunermendên Qamişlo, 1000 mûm ser gorên şehîdan pêxistin.
Mizgîn Gemo, Serokê Hevgirtina Rewşenbîrên RojavaKurdistanê dibêje, her şehîdek cihê bawerîya wan e û şehîd sîyasetê nas nake.
Derhêner Şêro Hindê bi bîr tine ku berî 2 salan, wek heman rojê 10 hevalên wan di peqînek terorîstî de li şaredarîya bajarê Qamişlo jîyana xwe ji dest dan.
“Em jibo hevalên xwe û her şehîdekê welêt dixwazin gorên wan ronî bikin”, Hindê got.
Li kêleka rewşenbîr û nivîskaran, malbatên şehîdan û hejmareke zarokên ji taxên nêzîkî goristana şehîdan, jî mûm ser goristanan pêxistin.
Ji malabata şehîdan, Zal Xelîl jî dibêje, ew bi hêvî ne ku gel xwedî li xuna şehîdan û fêdakarîya wan derkeve.
Hêjayî gotinê ye, helbestvanê navdar Ehmed Huseynî jî, ku bo serdan ji Ewrupa hat Rojava, tev li vê çalakîyê bû.
***