Breaking News

Royarê Tirbesipî: Milet Biryara Xwe da, Serhildana Sûrîyê Zêde Dibe

Xwepêşandana bajarê Banyasê.
Xwepêşandana bajarê Banyasê.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, nivîser û bizavkarê sîyasî Royarê Tirbesipî derbarê bersiva civaka navneteweyî bo alozîyên Sûrîye dipeyive.

Birêz Tirbesipî dibêje, “civaka navneteweyî di bêdengîya xwe de, cerîmetekê (tawanekê) bi heqê miletên Sûrî pêk tîne.”

Birêz Tirbesipî her wiha pêşbînî dike ku xwepêşandan û nerazîbûna gelê Sûrî wê berdewam bin heta guherînkarîyên bingehîn li wî welatî çê dibin. Wî got, “milet biryara xwe da ye, roj bi roj serhildan zêde dibe.”

Ji bo guhdarî kirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Tirbesipî re, lînka ‘Guhdarî kirin’ li bin yan rexê rastê vê perê kilik bike.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG