Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Royarê Tirbespîyê: Jibo Devera Parastî li Sûrîyê, Divê Tirkîye Têkelî bi Kurdan re Bike


Royarê Tirbespîyê.
Royarê Tirbespîyê.
Tirkîye bû yekemîn dewlet ku bi fermî li Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza avakirina devereke parastî bike li sînorê navbera Tirkîye û Sûrîyê, li ser axa Sûrîyê. Nêzîkî 200,000 penaberên Sûrî revîne Tirkîye û welatên din yên cîran.

Çalakvan û nivîser Royarê Tirbespîyê dibêje ku seranserê sînorê navbera Tirkîye û Sûrîyê, ji Dêrka Hemko heta Iskenderonê, deverên Kurdî ne û gerek devera parastî bi têkelî ligel nûnerên miletê Kurd bê avakirin.

Birêz Royarê Tirbespîyê herwiha dibêje ku penaberên Sûrî li hemû welatên cîranên Sûrîyê hene, lê belê Tirkîye xwedan armanceke sîyasî ye ku jibo “binpêkirina daxwazên Kurdan e.”

Birêz Royarê Tirbespîyê, ku nûnerê penaberên Kurdên Sûrîyê ye li Dihokê, dibêje pirsgirêka penaberên Sûrî bi rejîma Beşar El Esed re girêdayî ye û ew pirsgirêk çareser nabe eger desthilata rejîma Esed berdewam be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG