Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîye Wê Nehêle Qendîleke Nû li Bakurê Sûrîyê Ava Be


Serokomarê Tirkîyê President Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê got ku Tirkêye wê nehêle ku li bakurê Sûrîyê hebûneke xurt ya Kurdan hebe.

Erdogan da zanîn ku sekinandina topbarankirina şervanên Kurdên Sûrî ne di rojeva wan de ye.

"Emê li sonorê xwe yê başûr wê nehêlin ku Qendîleke nû ava be,” Erdogan di axaftina xwe ya televîzyonî de Çîyayê Qendîl a navenda mîlîtanên PKKê destnîşan kir.

Erdogan bi berdewamî nerazîbûna xwe dîyar kir ku welatên Rojava ji Tirkîyê dixwazin topbarana ser herêmên Kurdan rawistîne.

Wî îro jî gotinên xwe yên tund li hember Amerîka dubare kirin ku piştgirî dide PYD û YPG ku wek hêza herî karîger ya dijî DAIŞê navûdeng daye.

"Dikim nakim fem nakim ku Amerîka çawa berdewamî piştgirî dide YPG. Ma em ne hevalbendên NATOyê ne? Hun hevalê me yan hevalê PYD?” Erdogan bi awayekî tore ji karbidestên Amerîkî re pirsî.

XS
SM
MD
LG