Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF dibêje “Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin ya cîhanê ye. "


xwepêşandanek bo azadîya ragihandinê Istanbul, Turkey, June 21, 2016. Arrest warrants for 42 Turkish journalists were issued Monday in connection with the failed

Rexistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) raporta “Indeksa Azadiya Ragihandinêya Cîhanê ya 2020'an” weşand, ku rewşa 180 welat û herêmên li serenserê cîhanê dide ber çavan.

Di raportê de, Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de, di nav 180 welatan de, di rêza 154’an de ye. Raport destnîşan dike “Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin ya cîhanê ye. "

Tirkîye ku di 2018 û 2019'an de, di rêza 157’an de cîh digirt, îsal bi nirxandina binpêkirina azadiya ragihandinê, ‘68.3’ puan girtîye.

Puanın binpêkirina azadiya ragihandinê yên Norvec, Fînlandîya, Swêd û Hollanda, ku her sal di rêzên pêşîn de ne, 0' e. Ew welatana di rêzên ya pênc ya pêşîne cîh digrên.

Di rêza herî paş de Koreya Bakûr heye.

Çîn ku bo veşartina pêzanînên pevajoya vîrusa korona tê rexnekirin, di rêza 177'an de ye û Îran di rêza 173'an de ye.

Ji aliyekî din ve, Îraq, li gorî sala borî şeş derece hatîye xwarê û daketîye rêza 162'an.

Li Ewrûpa, Macarîstan, welatê serokwezîr Victor Orban ku hêza derxistina biryarnameyan bi sedema "tekoşîna li dijî vîrusê" bi dest xwe xist, di rêza 89'an de ye.

Sekreterê Giştî yê RSF Christophe Deloire got ku hukûmetên otorîter, şewba vîrusa korona wekî derfet nirxandin, û rêberên wan 'pêkanînên ku di dema normal de ne mimkun in' pêktînin.

Di raportê de, Brîtanya di rêza 35'an, Îtalya 41'an de û Amerîka jî di rêza 45'an de ye. Brezîlya, ku serokwezîr Jair Bolsonaro bo ku diijî belavbûna vîrusa korona tedbîrên xûrt ranagihine tê rexne kirin, di rêza 142'an de, Hindistan di rêza 149'an û Rûsya di rêza 149'an de û her wiha Sûriye jî di rêza 174'an de cîh digre.

Di raporta Rexistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) de, bal li ser rewşa Tirkîyê tê kişandin û wiha tê gotin.

“Kempeyna berfireh ya Hikûmeta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya armanckirina rikeber û rexnegirên xwe yên medyayê piştî hewildana darbeyek neserkeftî ya Tîrmeha 2016'an herî zêde bû.

Piştî girtina bi dehan dezgehên ragihandinê û bidestxistina grûpa medya ya herî mezin ya Tirkîyeyê ji hêla komek alîgirê hukûmetê ve, rayedar zextên xwe yên li ser dezgeyên ragihandinê yên ku pir kêm mayî, zêde dikin - dezgeyên medyayê ku têne êrişkirin û marjînal kirin. Tirkîye jibo rojnamevanan zindana herî mezin ya cîhanê ye.

Berîya destpêka darizandinê, derbazkirina zêdetir ji salek zîndanê de norma nû ye, ceza yên dirêj ya zîndankirinê rewşek gîştî ye, tewra, di hin dozan de ceza ya heps kirina heta dawîya jîyanê ya bê îhtîmala efûkirinek. Serlêdanên rojnamevanên desteserkirî û dezgehên medyayî yên girtî bo xwe gehîştina rêkên qanûnî ya bi bandor naye qabul kirin. Serwerîya Qanûnê, di “Tîrkiyeya Nû” de,bîranînêk lawaz ya desthilatdarîya serokatiyê ku herî giring ew e."

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor Sendîkaya Rojnemavanên Tirkîyê (TGS) niha li Tirkîyê 84 rojnamevan girtî ne.

Tevahîya raportê ji vir dikare were xwendin.

https://rsf.org/en/2020-world-press-freedom-index-entering-decisive-decade-journalism-exacerbated-coronavirus



XS
SM
MD
LG