Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF Demûdest Azadkirina 5 Rojnamevanên Girtî yên li Herêma Kurdistanê Dixwaze


Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) û Navenda Metro, ku sazîyeke Kurdistana Îraqê ya berevankara mafên rojnamevanan e, banga demûdest azadkirina 5 rojnamevanan kir ku li Kurdistana Îraqê girtî ne.

Sê ji wan rojnamevanan Şerwan Şerwanî, Ayaz Kerem û Guhdar Zebarî ji 6ê Îlonê vir ve, bi 82 ‘Zindanîyên Duhokê’ re ku piranîya wan bizavkar, rojnamevan û hemwelatîyên Kurd in, ketine greva xwe birçîhistinê da ku mercên girtina wan protesto bikin.

Ew kes di xwepêşandanên nerazîbûnê yên Cotmeha 2020an de li Duhokê hatibûn girtin.

RSF bal dikşîne ku rewşa saxlemîya wan kesan xirabtir dibe ku Kerem jî di nav wan de ye û ew heta niha bi rêkûpekî nayê derman kirin.

RSF dide zanîn ku dadgehê bi îdiaya sixûrîyê di meha Şubatê de 6 sal cezayê zindanê li wan sê rojnamevan biriye û îfadeya wan di bin êşkenceyê de hatiye girtin.

Rojnamevanê çaran Omîd Beroşkî jî saleke zêdetir ceza biriye, bi sedema ku wî bi rêka medya civakî desthilstdar biçûk kirine û dadgeha Hewlêrê di 23yê Îlonê ew ceza jî li wî zêde kiriye ku ji Tebaxa 2020an vir ve girtî ye.

“Rojnamevanê pêncê nûçegîhanê Roj News, Qahraman Şukrî ye ku bi îdiaya rexnekirina desthilatdarên Kurdên Îraqê ya bi rêka medya civakî, di meha Rêbendanê de hatibû girtin. Di Hezîranê de heft sal cezayê zindanê li wî hatibû birîn, bê ku sucdarîyeke fermî li dijî wî ere pêşkêş kirin. Ew kurê rojnamevan Şukrî Zeynedîn ku di televîyona KNN de dixebitî û di Rêbendana 2016an de hatibû kuştin.”

RSF ji desthilatdarên Herêma Kurdistana Îraqê dixwaze ku hemî rojnamevanên girtî, demûdest azad bike.

“Em bang li desthilatdarên Herêma Kurdistana Îraqê dikin ku hemî rojnamevanên girtî, bi lezûbezî azad bikin. Ev rojnamevan bi tawanên derewîn têne girtin û îfadeyên wan di bin êşkenceyê de hatine girtin. Niha sê ji wna dest bi greva xwe birçîhiştinê ya xeter kiriye. Ev hemî nîşan didin ku divê desthiltdarên dadwerîyê dawî li girtinên wiha bi kêyfî bînon,” berpirsa beşa Rojhilata Navîn ya RSF, Sabrina Bennoui dibêje.

RSF di daxuyanîya xwe de cîh dide bersîva Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku dibêje sedema girtina wan ne bi karê rojnamevanîyê ve girêdayî ye.

“Hikûmeta Herêma Kurdistanê bal kişand ku di navbera serwerîya dadgehê û ya hikûmetê de ferqeke zelal heye û ew rêz li azadîya sîstema dadwerîyê digire û pêgirîya parastina hevsengîya navbera dadwerîyê û hikûmetê dike û ew nikare maytekirina prosesa dadwerîyê bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha îdia kir ku Civata Dadwerîyê bi tevahî pêgira serwerîya qanûnê, pêvajoya darizandineke rewa û bêalîedîlane ya prosesa dadwerîyê ye.”

XS
SM
MD
LG