Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF: Tirkîye bo Rojnamevanan Girtîgeha Herî Mezin ya Cîhanê Ye


.
.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF) rapora azadîya medya ya sala 2018’an weşand.

Li gor raporê, dijminîya ser rojnamevanan zêde dibe û îqlima nefretê ji berê pirtir xuya dibe.

RSF’ê dîyar kir ku li gelek welatên wek Tirkîye û Misirê ‘’fobîya medya’’ bi awayekî eşkere heye û rojnamevanên wir bi terorê tên tawanbar kirin û kesên nerazîbûnan nîşan didin jixweber tên girtin.

Rapora RSF’ê dide zanîn ku hin rêberên ku bi rêkên demokratîk hatine hilbijartin, êdî medyayê wek bingeha demokrasîyê nabînin, lê wek ku dijminek be, dijî wê gotinên bi kîndarî dibêjin.

Di rêza azadîya medya de li pêşîyê Norwec heye ku par jî di rêza yekê de bû. Li dû Norwecê, Swêd, Hollanda, Fînlandîya, Swîsre, Jamaîka, Belçîka, Zelanda Nû, Danîmarka û Kosta Rîca tê.

Di raporê de, Koreya Bakur li herî dawî ye û berî wê jî Erître, Turkmenîstan, Sûrîye, Çîn, Vîetnam, Sûdan, Cîbutî, Kuba û Gîneya Ekvator tê.

Amerîka di raporê de li rêza 45’an e. RSF bal dikşîne ku Amerîka, piştî seroktîya Donald Trump du rêzan bi şûnde çûye. RSF bi bîr xist ku Trump bo rojnamevanan gotiye ‘’dijminên gel’’, ku ew gotina rêberê berê yê Sovyetê Joseph Stalin jî gotibû.

Li gor raporê welatên berê yên Sovyetê û Tirkîyê, pêşengên dijî azadîya medya ne. RSF dide zanîn ku li Rûsya û Tirkîyê, azadîya medya ewqas bi şûnde neçûye. RSF dîyar kir ku jiber bandora her du welatan ya li derdoran wan, rewşa dijî azadîya medya fikaran çêdike.

Di raporê de ser Tirkîyê hat gotin ku ‘’bo rojnamevanan girtîgeha herî mezin ya cîhanê ye’’. Li gor raporê Tirkîye îsal du rêzan bi şûnde çûye û bûye welatê 157’an.

XS
SM
MD
LG