Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF Bang li Tirkîyê Dike ku Rojnamevanên Girtî Berde


.
.

Sazîyên rojnamevan û nivîskarên Almanya bi daxuyanîyeke ser Roja Azadîya Medya ya Cîhanê ya 3’ê Gulanê bal kişand ser rewşa rojnamevanên girtî yên li Tirkîyê.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor (RSF), Yekîtîya Weşangerên Alman û Yekîtîya Nivîskarên Navneteweyî (PEN) ya Almanya bi daxuyanîyeke hevbeş xwestin ku rojnamevan, nivîskar û hunermendên li hepsên Tirkîyê girtî ne werin berdan.

Di daxuyanîyeke hevbeş de hat gotin ku di mehên dawî de li Tirkîyê gelek kes hatine girtin û cezayên ku tên dayîn gefên dijî azadîya medya û beyanê didomînin.

Sazîyên rojnamevan û nivîskaran dîyar kir ku hilbijartina Tirkîyê dê di Rewşa Awarte (OHAL) de li dar kevin û da zanîn ku di van şertan de nûçe bi awayekî serbest nîqaş û nûçe çênabin.

RSF, Yekîtîya Weşangerên Alman û PEN ya Almanya bang li Tirkîyê kir ku zorbazîya dijî rojnamevan, nivîskar û hunermandan bi dawî bike û yên girtî jî demûdest berde.

XS
SM
MD
LG