Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

RSF Bang li Tirkîyê Dike ku Tawanên Ser Nûnerê Wê Rake


Sekreterê Giştî yê RSF Christophe Deloire li Stenbolê (Arşîv)
Sekreterê Giştî yê RSF Christophe Deloire li Stenbolê (Arşîv)

Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku tawanên “propagandaya terorê” ji ser nûnerê wê yê Tirkîyê, Erol Onderoglu û du berevankarên mafên mirovan, Şebnem Korur Fîncanci û Ahmet Nesîn rake.

RSF ew daxuyanî îro Çarşemê da, piştî ku rûniştina doza hember wan sê kesan, bo şeş mehên din hat paxistin.

“Paşxistina dozê, ku armanca wê tenê çavsandina civakê ye, tê vê wateyê ku kesên darizandî bo demeke pirtir bi tirsa cezayên dirêjtir bijîn. Ji destpêbûna dozê ya Mijdara 2016’an vir ve, cara şeşan e ku doz tê paşxistin.”

Onderoglu, Fîncanci û Nesîn jiber cîhgirtina kempeyna rojnameya Ozgur Gundem ya piştevana Kurdan, bi “propagandaya rêxistina terorê” yên darizandin.

RSF bal kişand ku Onderoğlu û du berevankarên din rûbirûyê heta 14 cezayê zindanê ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor Pîvana Azadîya Ragigandinê ya Cîhanî ya RSF, di nav 180 dewletên cîhanê de, di rêza 155’an de cîh digire.

XS
SM
MD
LG