Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan rexneyên xwe yên ser Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) didomîne.
Erdogan dîyar kir ku ewê CHP û DEM Partî di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de ‘’lîstikên xwe yên dawî’’ bilîzîn.
‘’Em jiber ku CHP û DEM Partî avê dibin aşên emperyalîst û mêtingeran wan rexne dikin. Ew hêzên ku em ji wan re dibêjin wesayetê jibo rê li ber pêşveçûna me bigirin hemî tişt kirin’’
Wî dîyar kir ku wan heta niha hemî planên wan hêzan têk birine û ewê di 31’ê Adarê de jî bi ser kevin.
Serokê Tirkîyê do Pêncşemê jî gotibû ku CHP ji alîyê DEM Partî ve dîl hatiye girtin.
CHP û DEM Partî di rojên borî de ser hevkarîya jibo hilbijartinên herêmî kom bûn, lê ti hevkarî nehat ragihandin.
Di hilbijartinên 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên wek Enqere û Stenbolê li hember desthilatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
CHP li Eqnerê Mansur Yavaş û li Stenbolê jî bi Ekrem Îmamoglu dikeve hilbijartinan ku ew sala 2019’an bi ser ketibûn.
DEM Partî di rojên borî de ragihand ku ewê li Enqerê bi berbijarê xwe bikeve hilbijartinan, lê helwesta wê ya jibo Stenbolê hîn zelal nebûye.
Berbijarê AKP’ê yê jibo Stenbolê Murat Kurum û yê jibo Enqerê jî Turgut Altinok e.
Jêder: NTV