Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li bernameya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ya ser danasîna berbijaran Partîya Gel ya Komarî û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) rexne kir.
Erdogan got ku CHP her çiqas li Tirkîyê li dû AKP’ê partîya mezin ya duyê ye jî ew jibo emperyalîstan dixebite.
‘’Ew dibêjin qey ew dikarin gel bixapînin. Çawa ku emperyalîst rêxistinên terorî bi rêve dibin, CHP jî ji alîyê DEM Partî ve dîl hatiye girtin’’
Wî dîyar kir ku CHP bi DEM Partî re hevkarîyê dike û bê ku bi nav bike got ku DEM Partî nikare xwe ji bin hikmê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) derxe.
Erdogan got ku li Tirkîyeya kevn karên wisa kêrhatî bûn, lê dîyar kir ku êdî ti kes naxape.
Serokê Tirkîyê bi bîr xist ku ew berê 17 caran di hilbijrtinan de bi ser ketine û got ku ewê 31’ê Adarê jî li sindoqan serketineke mezin bi dest xin.
Bajarên mezin yên Tirkîyê, Stenbol, Enqere û Îzmîr di destê CHP’ê de ne.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê zanîn, di hilbijartinên 2019’an de li bajarên mezin yên li rojava Tirkîyê li hember desthilata AKP’ê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
Jêder: Arti Gerçek