Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Di Hilbijartinan de Demokrasî Serketî Bû


TURKEY-ELECTION/
TURKEY-ELECTION/

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku wan di hilbijartinên 31’ê Adarê de encama dixwestî bi dest nexistiye.

Erdogan dîyar kir ku hilbijartinên 31’ê Adarê jibo Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) qonaxeke girîng e.

‘’Miletê Tirk bi rêka sindoqan peyamên xwe ji sîyasetvanan re şandin. Di van hilbijartinan de demokrasî û îradeya neteweyî bi ser ket.’’

Wî got ku ew di 22 salan de bi serketinan pêşve çûne û ewê bi serketinan rêka xwe bidomînin.

Erdogan bi bîr xist ku ew di hilbijartinên giştî yên Gulana 2023’yan de bi ser ketine, lê got ku wan di hilbijartinên 31’ê Adarê de encama ku wan dixwestî nestandiye.

Serokê Tirkîyê dîyar kir ku ewê ser kêmbûna dengên wan û cihên wan hinda kirî bi awayekî berfireh bixebitin.

Ajansa Anadolu radigihîne li seranserê Tirkîyê 88,46 ji sedê sindoqan vebûne û li gor encamên pêşîn Partîya Gel ya Komarî (CHP) 37,25 ji sedê dengan û AKP jî 35,86 ji sedê dengan sitandine.

Li gor encamên pêşîn CHP li Enqere û Stenbolê jinûve bi ser dikeve ku ew her du bajar sala 2019’an piştî desthilata 25 salan ya AKP û pêşengên wê yên Îslamî ketibûn destê CHP’ê.

XS
SM
MD
LG