Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ewê Piştgirî Nedin Daxwaza Swêdê ya Endamtîya NATO'yê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê, wek bersîvdana xwepêşandana şewitandina Quranê li Stockholmê got ku ewê endamtîya Swêdê ya jibo NATO'yê nepejirînin.

"Bila kesên ku destûr dane wê sosretîya li ber balyozxaneya me li Stockholmê, jibo endamtîya xwe ya di NATO'yê de nema li benda piştgirîya me bin," Erdogan îro piştî civîna kabîneya xwe got.

Di xwepêşandeneke Stockholmê de, roja Şemîyê Quranek li ber balyozxaneya Tirkîyê hatibû şewitandin û ew jî bûbû sedema hêrsbûna Erdogan.

Hikûmeta Swêdî bona endamtîya NATO'yê ji mêjve hewil dide ku piştgirîya Tirkîyê, lê Enqere bi gelek mercan ew daxwaz heta niha bi cîh nekiriye.

“Ger hun endamên rêxistinên terorîst û dijminên Îslamê ewqas hez dikin û wan diparêzin, herin jibo parastina welatê xwe piştgirîya wan bixwazin,” Erdogan bi berdewamî got.

Ajansa Reutersê got ku Wezîrê Derve yê Swêdî Tobias Billstrom daxwaza wê ya jibo şîroveyeke hember gotinên Erdogan bê bersîv hiştiye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG