Serokomarê Tirkîyê Tayyîp Erdogan roja Duşemê got ku Tirkîyê şîretan li karbidestên Sûrîyê dike ku bikaribe alozîyên heyî kêmtir bike.
Erdogan pesna gotinên serokê demkî ya rêvebirîya veguhez ya Sûrî Ahmed Şeraa da ku gotibû ew jibo cezakirina kesên ku li derveyî qanûnê tevdigerin dixebitin.
“Şeraa bê ku bikeve xefika tolhildanê polîtîkaya hembêzkirinê dimeşîne. Berdewamkirina vê nêzîktîyê wê lîstikên li dijî Sûrîyê tên lîstin, pûç bike," Erdogan piştî kombûna civata wezîran, li Enqerê got.
Dijberên sîyasî yên Erdogan daxwaz ji wî kirin ku bandora xwe li ser rêberên Sûrî bi kar bîne ku tundîya rojên dawî li welatê cîran rawestîne.
Di pevçûn û tundîyên vê dawîyê de pirtir ji 1000 kes hatine kuştin ku piranîya wan sivîlên Elewî yên ji herêma beravê ya Sûrîyê ne.
Tirkîye, ku piştgira herî mezin ya Şeraa ye, tundûtûjîya heyî şermezar kir û piştgirîya xwe ji serokê demkî re dubare kir.
Jêder: Reuters