Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Stenbol jiber Bajarvanîya Îmamoglu Ketiye Rewşeke Xirab


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku jinûve berbijarê bajarvanîyê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, bê ku bi nav bike rexne kir.

Erdogan dîyar kir ku Stenbolê dema bajarvanîya Îmamoglu zarar dîtiye.

‘’Hişmendîya CHP’ê hewil da ku di serî de li Stenbol, li tevahîya welatê me rê li ber projeyên me yên vîzyonê bigire. Marmaray kê çêkir? Me çêkir. Tunela Avrasya kê çêkir? Me çêkir. Ka tu jî tiştekî çêke yaw.’’

Wî got ku wan di 5 salên dawî de dîtiye ku kesên guh nadin Stenbolê bajêr dixin rewişeke xirab.

Erdogan îdia kir ku Bajarvanîya Stenbolê jibo kêşeyên wek trafîkê li çareserîyan nagere û dîyar kir ku ewê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bajêr jinûve bistînin.

Stenbol di hilbijartinên 2019’an de ket destê CHP’ê ku wê demê partîyên muxalefetê jî piştgirî dabûn berbijarê wê Îmamoglu.

Di vê hilbijartinê de li hember Îmamoglu berbijarê Partîya Dad û Pêşvbirinê (AKP) Murat Kurum e ku wî berê ser îqlim û bajarvanîyê wezîrî kiriye.

Îmamoglu di rojên borî de gotibû ku Erdogan her roj di axaftinên xwe de ser wî û Stenbolê dipeyîve û dîyar kiribû ku ew zararê dide berbijarê xwe.

Wî gotibû ku divê li şûna Erdogan berbijarê AKP’ê Kurum biaxife û dîyar kiribû ewê gel li gor performansê biryarê bide.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG